IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê Qeretepe da ber topan

Çekdarên DAIŞê nahiya Qeretepe ya bajarê Xaneqînê dan ber topan, di encamê de kesek hat kuştin û komek kes jî birîndar bûn.

Berpirsê komîteya YNKê li nahiya Qeretepe ya Xaneqînê, Mihemed Umer ji BasNewsê re got, şeva borî çekdarên DAIŞê başûrê nahiya Qeretepe dan ber topan.

Mihemed Umer her wiha got, di encama wê êrişê de kesek bi navê Hesen Muhsin hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn ku hinek ji wan birînên wan giran in.

Başa dön tuşu