Hat ragihandin ku endamên DAIŞê şeva borî li bajarokê Hemrînê yê bi ser parêzgeha Diyaleyê ya Iraqê ve dayikek û keça wê kuştin û du keçên din jî bi giranî birîndar kirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê Berdevkê Komîsyona Bilind a Komîsyona Hilbijartinên Iraqê Hesen Pîrwelî diyar kir ku endamên rêxistina terorîst ên DAIŞê bi ser mala endamê komîsyona hilbijartinan Xezwan Mecîd Cibûrî de girtine û got, terorîstan di dema êrîşê de serê dayika Xezwan û xwîşka wî jêkirin û ew bi hovane kuştin.Pîrwelî herwisa destnîşan kir ku milîtanan bi hesin serê du xwîşkên din ên Xezwan pelixandin û ew bi giranî birîndar kirin û ew birîndar ji bo Nexweşxaneya Baqûbayê hatin rakirin lê rewşa wan pir giran e.