Di 10 Hizêrana 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî bajarê Mûsilê navenda Parêzgeha Neynewayê kir, heta niha nêzîkî 28 meh in DAIŞê dest daniye ser wî bajarî, ku rûbera wê hezar û 783 k.m çargoşe ye.
Di vê demê de, DAIŞê nêzîkî 10 hezar welatiyên Mûsilê ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Turkmen û Xirîstiyanî bi dar ve kirine. Herwiha li gor amaran jî nêzîkî yek milyon û 300 hezar kes ji wî bajarî dijîn.
DAIŞê di 28 mehan de li Mûsilê bi dehan û sedan kes ji ber serpêçiya biryarên wê rêxistinê jî gulebaran kirine.
Herwiha serê bi dehan mamosteyên olî biriye, ji ber ku bo berjewendiyên DAIŞê fetwe nedane û amade nebûne ku bikevin bin biryarên DAIŞê li Mûsilê.
Ev yek hemû, ji bilî îşkencekirina keç û jinên Mûsilê, bi sedemên cuda ji lixwekirina cilûbergan û derketina ji malê û çendîn tuhmetên bi vî awayî.
Herwiha DAIŞê di 28 mehan de, lîstika topapê yê zarokan li nava Mûsilê qedexe kiribû û zarok li ser wê lîstikê jî ceza dikir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)