IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ`ê taxên xwe yên girîng li Mûsilê ji dest dane

Berdevkê qumandetiya operasyona hevpar a Iraqê, bal kişand ser dewma pêşveçûna hêzên beşdarî operasyona azadkirina Mûsilê û destnîşan kir, DAIŞ`ê taxên xwe yên girîng li Mûsilê ji dest dane.

Sertîp Yehya Resûl, berdevkê qumandetiya operasyona hevpar a Iraqê li gotûbêja bi nûçegîhanê Ajansa nûçeyan a Farsê li Bexdayê ragihand: Pêşveçûna hêzên leşkerî û çekdar ên beşdarî operasyona azadkirina bajarê Mûsila navenda parêzgeha Neynewa ya li bakûrê Iraqê li hemî mêhweran li gorî armancên ji pêş va kifşbûyî didome.

Berdevkê qumandetiya operasyona hevpar a Iraqê li ser vê yekê sekinî ku hêzên ewlehiyê yên vî welatî niha para zêde ya tax û bajarokên xeternak ên Mûsilê girtine destê xwe û herwiha got: Hêzên ser bi Yekîneya Şerrê dijî Terorîsmê û Leşkera Nehan a artêşa Iraqê karîn, 29 gund û bajarok li mêhwera rojhilata Mûsilê azad bikin.

Sertîp Resûl destnîşan kir: Hêzên ser bi Yekîneya Şerrê dijî Terorîsmê ji dawiya meha buhurî ve pêşveçûna li mêhwera rojhilata Mûsilê wekî beşek ji operasyona azadkirina vî bajarî dest pê kirine û heya niha karîne, piştî şerrê rasterast a bi endamên DAIŞ`ê û kuştina bi dehan endamên xwekuj ên DAIŞ`ê û teqandina çend trombîlên bombekirî yên vê komê, bi dehan    tax û navşê li vê mêhwerê azad bikin.

Berdevkê qumandetiya operasyona hevpar a Iraqê, li ser mêhwera rojavayê jî got: Li mêhwera rojavayê jî hêzên Heşdi Şebî, piştî qutkirina peywendiya hemî riyên alîkarîgihandina bo DAIŞ`ê ji Sûriyê bo Mûsilê, pêşveçûnên berbiçav di vê mêhwerê de bi dest xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu