EfrîqaNûçeRojhilatanavin

DAIŞê teqînên li paytexta Tunisê girte sikura xwe

Koma terorîst a DAIŞê îro bi daxuyaniyekê berpirsatiya 2 teqîn navendên hikumetê li paytexta Tunisê girte sikura xwe.

Li paytexa Tunisê duh  2 teqîn pêk hatin. Teqînan navendên ewlehî û hikumetê kirina hedef û di encamê de hêzekî polîs hate kuştin û  12 kes jî birîndar bûn.DÇend saetan piştî van teqînan koma terorîst a DAIŞê bi weşandina daxuyaniyeê diyar kir ku teqînên hanê kerê wê bûn.

Li gor ragihandina medya Tunisê: “Teqîna yekemîn li koçeya Borqîbe li ser rêya Behirê ya paytexta Tunisê pêk hat . Her wiha xwekujê terorîst ku çente hilgirtibû xwe li nêzî dewriyê teqand û di encamê de ew mir û 3’ê jî birîndar bûn.”

Herwiha piştî midehekê nûçegihanan diyar kirin ku birîndarek bi navê Mehdî El-Benatî li nexweşxana Şarl Nîkol a paytextê ji ber birînên kûr jiyana xwe ji dest da.

Li gor vê nûçeyê: “Êrîşa duyemîn bi ser neket.  Her wiha vê êrîş jî hewl da navenda polîsên Edliyê bike hedef. Xwekuj  hewl da xwe di dewriyê de biteqîne, lê negihîşt armanca xwe. Di encamê de ew mir û 4 endamên polîsan jî birîndar bûn.”  

Di van salên dawiyê de Tunis bi caran ketiye ber êrişên terorîstî.

Başa dön tuşu