IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ`ê zanîngeha Mûsilê kiriye çepera şêr

Pêşketinên zav yên hêzên iraqî li parêzgeha Nêynewayê bûye sebeba nîgeraniya berfireh a serkirdeyên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û li pêngava nû ya berevaniyê vê grûpê, zanîngeha Mûsilê kiriye çepera şêr.

Li gor rapora telivîzyona El-Meyadîn, Bingehekî iraqî got: Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bona berevaniya ji xwe pişkek pir ji zanîngeha Mûsilê pê Dûzerê kavil kiriye û ji xwe ra çepera şêr çê kiriye.

Ji çaxê destpê bûna operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ji 26 Cotmehê heta niha bi sedan kîlomitr ji ax, gund û bajarên parêzgeha Nêynewayê ji destê van terorîstan azad bûye.

Piştî azadiya van navçan ji destê terorîstên DAIŞ`ê, gelek ji awareyên ku ji van navçan û ji tirsa DAIŞ`ê ji malên xwe derketibûn û riya awaretiyê bijartibûn, dîsa zivirîne nav malên xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu