IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞî çek û teqemeniyên xwe dihêlin û direvin

Fermandarekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, ragihand ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bêhêz bûne û di hejmarekî zêde de Mûsilê dihêlên û direvin û ber bi Telaferê û Beacê ve diçin.

Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Başîkê Lîwa Behram Doskî ji ragihand ku gelek milîtanên terorîst li bajarê Mûsilê direvin û ber bi navçeyên Telafer û Beacê ve diçin, beşek ji wan jî ber bi Sûriyê ve direvin.

Fermandarê Pêşmerge di dawiya axaftina xwe de got: “Milîtanên terorîst ê DAIŞî li çend eniyan çek û teqemeniyeke zêde hiştine û reviyane.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu