CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Damezirandina baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Helebçê derew hate zanîn

Sekreterê Wezareta Pêşmergeya Herêma Kurdistana Iraqê, nûçeyên li ser avakirina bargeha leşkerî ya Amerîkayê li parêzgeha Helbçê derew da zanîn

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Cebar Yawer li hevpeyvîna bi Malpera Nûçeyan a SNN`ê ragihand: Nûçeya pêkanîna bargeha leşkerî ya Amerîkayê li Helebçê, tenê gotegotek e ku ji aliyê hin mêdyayan ve hatiye weşandin û rast nîne.

Cebar Yawer herwiha got ku tu leşkerekî amerîkî ji Sûriyê bo Herêma Kurdistana Iraqê nehatine veguhestin û di vî warî de jî tu karek nehatiye kirin.

Başa dön tuşu