CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Damezirandina hevpeymaniya leşkerî li Şaxê Afrîqayê bi amadebûna Erebistan, Imarat û Amerîkayê hat aşkirakirin

Rojnameyeka qeterî aşkira kir ku Imarat bi hevkariya Erebistana Siûdiyê hevpeymaniyeka leşkerî pêkhatî ji çend welatan li Şaxê Afrîqayê dadimezirîne.

Rojnameya qeterî ya El Şerqê li raporekê aşkira kir ku Imaratê pêşniyara damezirandina hevpeymaniyeka leşkerî ya pêkhatî ji Misir, Êtyopî û Erebistanê hilêxistiye ku armanca wê di esaswa da dabînkirina ewlehiya navçeya Deryaya Sor e.

Li vê raporê hatiye: Hevpeymaniya teze beşeka plana Amerîkayê ye.

Li gorî ragiahndina vê rojnameyê, ev hevpeymanî li dû destwerdana li Şaxê Afrîqayê ye.

Rayedarên dewleta Cîbotiyê jî aşkira kirine ku Imarat ji bo pêkanîna baregehên deryayî û leşkerî yên zêdetir li navçeyê bi hevahengiya Riyazê û piştevaniya Amerîka û Rêjîma Siyonîst dixebite.

Ev rapor di rewşekê da tê weşandin ku pêwendiyên Imaratê digel hin welatên Şaxê Afrîqayê di mehên dawî da pirrkêşe bûye.

Li pey daketina firokeyeka şêrr a imaratî li baregeha leşkerî ya Cîbotiyê bêyî destûra rayedarên vî welatî, pêwendiyên Cîbotî û Ebu Zebiyê tûşî hin qeyranan bû.

Li pey vî karî, devûjeniyên tund navbera du welatan da pêk hat û Cîbotiyên hêzên imaratî ji navendên xwe yên leşkerî derxistin.

Başa dön tuşu