NûçeRojhilatanavinYemen

Damezrandina dewleta Rizgariya Neteweyî li Yemenê

Konseya bilind a Siyasî ya Yemenê li civîneke awarte li Senayê bi serokatiya Salih Elî Semad ragihand ku dewleta Rizgariya Neteweyî bi serokatiya Ebdulezîz Bin Hebtûr hatiye damezrandin.

 Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê malpera El-Mesîrê, Konseya bilind a Siyasî ya Yemenê li civînekê bi serokatiya  Salih  Elî Semad serokê Konseya bilind a Siyasî ya Yemenê û li hizûra  alîkarê serokê konseyê û Ebdulezîz Bin Hebtûr serokwezîrê dewleta  rizgariya neteweyî ragihand ku dewleta  hanê hatiye damezrandin.

Serok û endamê Konseya bilind a Siyasî ya Yemenê li bara  damezrandina dewletekê ku hemî partî û grûpên  dijberê destdirêjiya hevalbendiya erebî digre ber xwe qedrzanî kir.

Li vî civînê hat tekezkirin dewleta rizgariya neteweyî erka wê biserûberkirina rewşa navxweyî û rawestana li ber dorpêça aborî, eskerî û siyasî ya dijmin e.

Konseyê diyar kir vê dewletê li saya  destdirêjiyên  dijmin û kirêgirtiyên wê karî li çarçowa rêçara neteweyî li gorî beşdariya  neteweyî  û  bêyî tu xwînrêjiyeke zêdetir were damezandin.

Konseyê her wiha  diyar kir ku ev dewleta  jibo xurtkirina  aşitî û hewldana jibo aşitiya neteweyî li gor hukma  efûya giştî hatiye damezrandin û dijmin berpirsê her cure  destdirêjî û girtina pêşiya  rêçareya siyasî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu