IraqNûçeRojhilatanavin

4 jin ji rêxistina DAIŞê li Mûsilê hatin giritn

Çavkaniyekî ji Polîsên Neynewa girtina 4 jinan ku, di dîwana El-Hesbe de ya rêxistina DAIŞê kardikirin û di nav penaberan de bûn ragehand.

Neqîb Ehmed El-Ubeydî ragehand ku, îro, Çarşemê 19.07.2017 Hêzên Asayîşê karî 4 jinên DAIŞî di nav penaberên aliyê rastê yê Mûsilê bigre.

Herwiha Neqîb Ehmed El-Ubeydî da zanîn ku, ew her 4 jin di maleke piçûk de li taxa El-Mesarif li aliyê rastê Mûsilê hatin girtin.

Neqîb Ehmed El-Ubeydî amaje bi wê yekê kir ku, Hêzên Asayîşê lêpirsîn bi awayeke cuda li gel wan jinan kiriye yê ku, di dîwana El-Hesbê de a DAIŞê kardikirin û di wî cihê ku, têde kar dikirin bi tûndî jin sizadikirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu