EwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Danîmarka hê jî meaşê bêkariyê dide DAIŞiyan

Hat ragihandin ku hikûmeta Danîmarkayê hê jî meaşê bekariyê dide hemwelatiyên xwe yên ku tevlî rêxistina terorîst a DAIŞê bûne.

Li gorî zanyariyên berdest, ji sala 2012an ve 145 hemwelatiyên Danîmarkayê tevlî rêxistina terorîst a DAIŞê bûne û ji van 29 kes hê jî ji hikûmetê meaşê bekarî û meaşê teqawutî werdigirin.

Wezîrê Xebatê yê Danîmarkayê Troels Lund Poulsen di daxuyaniya xwe de got: “Fona ku ji bo sepanên dewletî yên xweşhaliya Danîmarkayê hatine veqetandin li Sûriyeyê an jî li welatekî din ji bo têkbirina demokrasiye were bikaranîn skandaleke mezin e.”

Li gorî pêşbîniyan hemwelatiyên danîmarkî ku tevlî rêxistina terorîst a DAIŞê bûne heta niha 85 hezar euro (330 hezar TL) ji hikûmetê wergirtin e. Ji aliyê din ve Serokwezîrê Danîmarkayê Lark Lokke Rasmussen di axaftina xwe de got: “Ji bo ku terorîst nikaribin vî pereyî wergirin em amadehiya guherîna qanûnê dikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu