AsyaEwropaNûçe

Danîna 270 kîlometre berbenda sîmê li sînorê Tirkiye û Bulxaristanê

Wezîrê karên hundur ê Bulxaristanê ragihand qonaxên dawîn ên çêkirina 270 kîlometre berbenda sîmê ya bi bilindiya sê metreyan li ser sînorê di navbera vî welatî û Tirkiyê de cih tên û got, wê bi zûtirkê ev berbenda bikemile.

Li gorî rapora IRNA`yê, Plamen Ûzûnov, roja duşemiyê dema seredana sînorên Bulxaristanê yên bi Tirkiyê re herwiha got: Ev berbenda bi armanca girêdana sînoran û girtina pêşiya hatûçûna neqanûnî ya koçberan bo Ewrûpayê tê danîn.

Wî bal kişand ser kêmbûna sedî 80`ê derbasbûna koçberên neqanûnî ji sînorên her du welatên Bulxaristan û Tirkiyê di yek sala buhurî de û got, îsal tenê 17 kesî dil hebûne ku ji sînorên bi berbendên sîmê re derbas bibin ku hatin girtin.

Sînorên Bulxaristan û Yewnanistanê rêyên girîng û sereke yên derbasbûna neqanûnî û koçberiya ji Tirkiyê ber bi welatên ewrûpî tên hesêb. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu