ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Berdevkê artêşa Erebistanê: Êrişa ser merasima tazîdarîyê karê me bû, me şaşitî kir

Berdevkê artêşa Erebistanê ku ji ber êrişa hewayî ya ser meraimeke tazîdarîyê li Senaya Yemenê ketîye tengasîyê, bi awayekî fermî li bara cinayeta binemala siûdî mukur hat û dema ûînekirina vê cinayetê got: Şaşiştî pêk tê, me ev şaşitîya (kuştina li Senayê) kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, Ehmed Esîrî berdevkê hevalbendîya dijî Yemenê ya bi serkirdetîya rêjîma siûdî li gotûbêja tev kanala El-Erebiyê, carekadin li bara cinayeta hovane ya vê rêjîmê ya bombebarankirina merasimeke tazîdarîyê li Senayê ku di encamê da bi sedan kes hatin kuştinê û birîndar bûn, li xwe mukur hat.

Esîrî ku rawêjkarê Mihemed Ibnê Selman cînişînê welîehd û wezîrê berevanîyê yê rêjîma siûdî ye jî, dema pînekirina vê cinayetê idia kir ku hevalbendîya erebî wêrekîya pêwîst jibo qebûlkirina encamên lêkolînan heye, ji ber ku li her karekî serbazî şaşitî pêk tê.

Fermandetîya hevalbendîya êrişa ser Yemenê bi serkirdetîya Erebistanê idia kir ku êrişa hewayî ya ser merasimeke tazîdarîyê li Senayê enqest nebûye û em ji ber vê yekê nerehet in, çimku piştgirîya ji gel û vegerandina ewlehî û istiqrarê bo Yemenê wekî welatê bira, ji armancên bilind ên hevalbendîyê ye.

Rêjîma Erebistanê roja şemîyê bi armanca xapandina raya giştî û revîna ji cezayê, komîteyeke yekalî jibo lêkolîna têkildarî cinayeta hovane ya xwe li Senayê pêk anî û xala balkêş eva ye ku vê komîteyê pesna tişta ku “ hevkarîya Erebistanê“ bi nav kir da û idia kir ku erkantîya artêşa Yemenê (kirêgirtîyên yemenî) bi lêzanînên şaş ku dan, bûn sedema vê karesatê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu