NûçeRojhilatanavinSûriye

Daristanên Efrînê tên şewitandin

Grubên çekdar ên li Efrînê bi armanca firotana daran û çêkirina komirê, agir bi çiya û daristanên Efrînê dixîn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grubên çekdar û bi hevrêziya bi koçberên ji navçeyên din ên Sûriyê yên li Efrînê bicih bûne, bi armanca birîna daran û çêkirina komir, agir bi çiya û daristanên gundê Xelîl, Şiyê, Tetera, Hecîka, Cindirêsê, Elbîskê û Reco û derdora Efrînê dixîn û dişewitînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di beşeke din a raporta xwe de belav kir, hejmarek ji koçberên Ereb kêlên gorên gundê Gabeleka yê navçeya Şera şikandin.

Amaje bi wê yekê kir jî, ti sedem yan bihaneyek ji bo şikandina kêlên goran tune ye, tenê armanca wan ew e, goristanên olî yên Misliman û Êzidiyan û cihên pîroz wêran bikin.

Rêxistina mafên mirovan belav kir jî, Desteya Perwedeyê ya Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê bi biryara Hikûmeta Sûrî ya Demkî ya opozîsyona Sûriyê, 4 mamosteyên Kurd û mamosteyekî ji pêkhateya Ereb bi hinceta berê pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû, ji kar dûrxistin.

Başa dön tuşu