IraqNûçeRojhilatanavin

Merasima birêzveçûna hêzên çekdar ên Iarqê bi beşdariya Heyder Ebadî

Merasima Sanê ya hêzên çekdar ên Iraqê bi beşdariya serokwezîrê vî welatî hat li dar xistin.

Hêzêzn çekdar ên Iraqê, yanê hêzên artêşê, hêzên polîs û hêzên Heşdê Şebî li mearsima birêzveçûna li navenda Bexdayê beşdar bûn. Ev merasima bi munasibeta salvegera sernixûnbûna pergala paşatiyê ya vî welatî li sala 1958an û ragihandina pegala komartiyê li Iarqê hat li dar xistin.Li mersima birêzveçûna ya hêzên leşkeriye Iraqê li navenda Bexdayê her wiha serketinên vê dawiyê li Felûcê li hemberî grûpa DAIŞ`ê tê cejn girtin.

Merasima birêzveçûna ya hêzên çekdar ên Iraqê bi beşdariya Heyder Ebadî serokwezîr, Xalid Ubeydî wezîrê berevaniyê û rayedarên din ên pilebilind ên vî welatî hat li dar xistin.

Merasima birêzveçûna hêzên çekdar ên Iraqê li Bexdayê di wextekê de hat li dar xistin ku hêzên çekdar ên vî welatî xwe ji bo azadkirina bajarê Mûsilê ji lepên DAIŞê amade dikin .

Yek ji fremandên artêşa Iraqê duh ragihand ku hêzên artêşa Iraqê tenê çend km an ji Mûsilê dûr in. Wî got Hêzên me yên leheng dê bi zûtirkê Mûsilê ji destê DAIŞê azad bikin . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu