ÎranNûçeRojhilatanavin

Daxûyaniya artêşa Îranê bi muansibeta salroja azadkirina Xuremşehrê

Artêşa Îarnê li daxûyaniyekê azadkirina Xuremşehrê sembola wêratî û belgeya şanaziya gel ji bo berevaniya ji nirxên inqilabê û Komara îslamî ya Îranê ragihand.

Artêşa Komara Îslamî ya Îarnê li daxûayniya xwe bi muansibeta 23 meha Gulanê salroja azadkirina Xuremşehrê tekez kir: Xuremşehr çîroka van kesan e ku bi wêratî bo berevaniya ji welatên Îslamî canê xwe xistin xeterê da ku buhustek ji axa Îranê nekeve ber destê dijminan .

Li vê daxûyaniyê hatiye: Dîroka tijî ewraz û nişîv a Xuremşehrê tijî hemaseyên bifexir û berxwedana camêrên ku bi coşeke zêde, bîstikên herî mayînde yên dîrokê ser navê xwe û ser navê Îranê li rûpelên zêrîn ên dîrokê tomar kirin çawa ku Îmam Xumêynî (R) emir kir ku azadkirina Xuremşehrê,ne azadkirina axê ye belkî azadkirina erzişên însanî ye .

Artêşê li vê daxûyaniyê tevî rêzgirtina ji nav û bîranîna şehîdên Inqilaba Îslamî û berevaniya pîroz, cardin ser amadetiya xwe bona parastina nizama Komara Îslamî ya Îranê û armancên inqilabê bi rêbertiya fermandeyê muezem ê hemî hêzan tekez kir .

Sibê, duşem, 23 meha Gulanê, salvegera azadkirina Xuremşehrê li sala 1982an e roja ku Xuremşehr ji aliyê hêzên îranî ve hat azad kirin û hêzên iraqî bo pişt sînoran hatin vekişandin û tilisma şikestnexwarina iraqiyan hat şikandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu