Daxûyaniya artêşa Iraqê ser azadkirina navenda herî giring a DAIŞê li rojava vî welatî
Fermandê operasyona azadkirina Enbara Iraqê li daxûyaniyekê raghand ku bajarê sînorî ya Qaimê li parêzgeha Enbarê wek navenda herî giring a DAIŞê li rojava vî welatî ji lepê terorîstan hat rizgarkirin.
Li gorî rapora roja îniyê ya IRNA`yê, Ebdulemîr Reşîd Yarullah, fermandê operasyona azadkirina Enbara Iraqê li vê daxûyaniyê her wiha diyar kir: Armancên operasyona bajarê Qaimê tam cih hatiye û niha hêzên hevpar ên iraqî li halê tesbîtkirina meqer û paqijkirina tam a vê navçê ji hebûna muhtemel a endamên DAIŞê ne.
Operasyona azadkirina rojava parêzgeha Enbarê bi hevkariya hêzên artêşê û Heşda Şebî yên Iraqê ji 26 Cotmeha 2017`an destpê bû û hêzên Iraqê piştî azadkirina navça Ekaşatê û navçeyên din ên derdoar wê ji duh pênşemiyê nêzîkî deriyê bajarê El-Qaimê bûne. Operasyona azadiya navenda bajarê Qaimê ji serê sibeha roja îniyê ve destpê bûn.
Bi azadiya Qaimê, gişt navçyên giring ên Iraqê ji lepên terorîstan hatin paqijkirin û tenê beşek ji navçeyên Rawe li beşa bakurê Qaimê ser bi parêzgeha Enbarê maye.
Di eynî demê de televîzyona Meyadînê raghand: Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê azadkirina tam a bajarê Qaimê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê li demeke kurt de li xelkê Iraqê pîroz kir (BANGÊ ÎSLÂMİ).