IraqNûçeRojhilatanavin

Daxûyaniya beşdariya li meşa “ mafê vegeryanê“

Komîta bilind a neteweyî ya meşa mafê vegeryanê û ikşesta dorpêça zîvala Gazayê ji xelkê vê navçê xwest ku bila bona beşdariya li 31`mîn meşa îro îniyê bi navê“ Gaza mayînde ye û teslîm nabe“ beşdar bibin.

 Li gorî rapora kanala nûçan a  Al-Alam`ê, komîta  neteweyî ya mafê vegeryanê û işkesta dorpêça zîvala Gazayê bal kişand  ser dewama meşa “ mafê vegeryanê“ û ji xelkê vê navçê xwest ku bila bona  têkbirina dorpêça vê navçê li meşa îro li nêzîkî sînorên  rojhilata zîvala Gazayê beşdariyeke aktîv hebin.

Eşref Zayid berpirsê dosiya ciwanan li komîta bilind a  meşa mafê vegeryanê û işkesta dorpêça  zîvala Gazayê jî bal kişand  ser matman û  şepirzebûna Rejîma  dagirkir a Îsraîlê ji ber îsiyatîvên ciwanên  filistînî li riya lidarxistinameşa mafê vegeryanê, berevanî û piştgiriya ji mijara  Filistînê erka hemî koman da zanîn.

Gelê Gazayê ji 30 Adara 2018`an  bona  sekinîna  ser mafê vegeryana awareyên  filistînî û rakirina  dorpêça zîvala Gazayê, îniya her heftiyê meşa  mafê vegeryanê li dar dixin. Di hemen demê de kanala 7 a  televîzyona  Rejîma  Siyonîst li bara sefera Cîson Grînbelat şandiyê taybet ê aşitiya Emerîkayê bo Rojhilata Navîn li heftiya tê bo Filistîna  dagirbûyî agahî da û ragahnd: Ev sefera bona aramkirina rewşê li zîvala Gazayê cih tê.

Başa dön tuşu