Komîta bilind a neteweyî ya meşa mafê vegeryanê û ikşesta dorpêça zîvala Gazayê ji xelkê vê navçê xwest ku bila bona beşdariya li 31`mîn meşa îro îniyê bi navê“ Gaza mayînde ye û teslîm nabe“ beşdar bibin.
Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alam`ê, komîta neteweyî ya mafê vegeryanê û işkesta dorpêça zîvala Gazayê bal kişand ser dewama meşa “ mafê vegeryanê“ û ji xelkê vê navçê xwest ku bila bona têkbirina dorpêça vê navçê li meşa îro li nêzîkî sînorên rojhilata zîvala Gazayê beşdariyeke aktîv hebin.
Eşref Zayid berpirsê dosiya ciwanan li komîta bilind a meşa mafê vegeryanê û işkesta dorpêça zîvala Gazayê jî bal kişand ser matman û şepirzebûna Rejîma dagirkir a Îsraîlê ji ber îsiyatîvên ciwanên filistînî li riya lidarxistinameşa mafê vegeryanê, berevanî û piştgiriya ji mijara Filistînê erka hemî koman da zanîn.
Gelê Gazayê ji 30 Adara 2018`an bona sekinîna ser mafê vegeryana awareyên filistînî û rakirina dorpêça zîvala Gazayê, îniya her heftiyê meşa mafê vegeryanê li dar dixin. Di hemen demê de kanala 7 a televîzyona Rejîma Siyonîst li bara sefera Cîson Grînbelat şandiyê taybet ê aşitiya Emerîkayê bo Rojhilata Navîn li heftiya tê bo Filistîna dagirbûyî agahî da û ragahnd: Ev sefera bona aramkirina rewşê li zîvala Gazayê cih tê.