FilistînNûçeRojhilatanavin

Daxûyanîya Civata Cehanî ya Aştîya Islamî bi boneya Roja `Hhevghirtina Ligel Gel Filistînê

Civata Cehanî ya Aştîya Islamî bi şermezarkirina kiryarên Rêjîma Sîyonîst yên li dijî gelê Filistînê, ragihand ku dewama sîyasetên êrişkirinê ji hêla vê rêjîmê va, yê encamek bilî berfirekirina tundî û zêdegavîyê tinebe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Qudsê, Civata Cehanî ya Aştîya Islamîîro bi daxûyanîyekê bi boneya roja navnetewî ya “ hevgirtina bi gelê Filistînê ra“ pêkutî kir ku dagirkirina Filistînê û cinayetên Israîlê, çavkanîya birêketina yek ji qeyranên herî demdirêj ên cehanê ne û ev qeyrana ne tenê bûye çavkanîya gellek qeyranên din li Rojhilata Navînê belkî yek ji hegerên sereke yên bêewlehiyê û bêistiqrarîyê li asta cîhanê tê hesabê.

Civata Cîhanî ya Aştîya Îslamî di daxûyanîya xwe da ragihand ku awarebûna bi milyonan filistînîyan û kuştina rojane ya gelê bêberevan ê Filistînê, guhnedana Israîlê ser daxwaza civaka cîhanî û cihneanîna biryarnamên Konseya Ewlehîyê ya NY ji mînakên berbiçev ên bêdadîya li cîhanê ne û vê civatê xwest ku pêngavên bingehîn û qanûnî jibo berevanîya ji mafên filistînîyan bên rakirinê.

Civata Cîhanî ya Aştîya Îslamî ji civaka cîhanî û nemaze cîhana Îslamê xwest ku rîşeyên sereke yên dewama qeyrana Filistînê, rîyên çareserkirina wê ji wan birêxistina hilbijartinên azad bi pişkdarîya hemî filistînîyan, misilman, mesîhî û cihûyan, mafê kifşkirina çarenûsê û wegera hemî awareyên filistînî ser warê xwe hilkolîne.

Civata Giştî ya NY di sala 1997`ê da bi biryarnameyekê roja 29`ê Mijdarê wekî Roja Navnetewî ya Hevgirtina bi Miletê Filistînê ra binav kir (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu