Civata Cehanî ya Aştîya Islamî bi şermezarkirina kiryarên Rêjîma Sîyonîst yên li dijî gelê Filistînê, ragihand ku dewama sîyasetên êrişkirinê ji hêla vê rêjîmê va, yê encamek bilî berfirekirina tundî û zêdegavîyê tinebe.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Qudsê, Civata Cehanî ya Aştîya Islamîîro bi daxûyanîyekê bi boneya roja navnetewî ya “ hevgirtina bi gelê Filistînê ra“ pêkutî kir ku dagirkirina Filistînê û cinayetên Israîlê, çavkanîya birêketina yek ji qeyranên herî demdirêj ên cehanê ne û ev qeyrana ne tenê bûye çavkanîya gellek qeyranên din li Rojhilata Navînê belkî yek ji hegerên sereke yên bêewlehiyê û bêistiqrarîyê li asta cîhanê tê hesabê.
Civata Cîhanî ya Aştîya Îslamî di daxûyanîya xwe da ragihand ku awarebûna bi milyonan filistînîyan û kuştina rojane ya gelê bêberevan ê Filistînê, guhnedana Israîlê ser daxwaza civaka cîhanî û cihneanîna biryarnamên Konseya Ewlehîyê ya NY ji mînakên berbiçev ên bêdadîya li cîhanê ne û vê civatê xwest ku pêngavên bingehîn û qanûnî jibo berevanîya ji mafên filistînîyan bên rakirinê.
Civata Cîhanî ya Aştîya Îslamî ji civaka cîhanî û nemaze cîhana Îslamê xwest ku rîşeyên sereke yên dewama qeyrana Filistînê, rîyên çareserkirina wê ji wan birêxistina hilbijartinên azad bi pişkdarîya hemî filistînîyan, misilman, mesîhî û cihûyan, mafê kifşkirina çarenûsê û wegera hemî awareyên filistînî ser warê xwe hilkolîne.
Civata Giştî ya NY di sala 1997`ê da bi biryarnameyekê roja 29`ê Mijdarê wekî Roja Navnetewî ya Hevgirtina bi Miletê Filistînê ra binav kir (BANGÊ ÎSLÂMİ).