NûçeÎranRojhilatanavin

Daxuyaniya dawî ya civîna yekitiya navçê: Rejîma Siyonîst; Sedema sereke ya qeyranên alema Îslamê ye

Beşdarên Yekemîn Lûtkeya Yekitiya Herêmî li daxûyaniya xwe ya herî dawîn destnîşan kirin ku pirsgirêka Filistînê di rêza herî pêş a pirsgirêkên umeta Îslamî de ye û Rejîma Siyonîst sedema sereke ya qeyranên li cîhana Îslamê ye.

Li bajarê Senendec a navenda eyaleta Kurdistana Îranê civîneke bi navê “Kurdistan sembola yekitiya netewa Îslamî û pêkvejiyana nijad û mezheban” hat lidarxistin.

Di daxuyaniya dawî ya vê lûtkeyê de hat gotin ku qeyranên herî mezin ên ku niha cîhana îslamê pê re rû bi rû ye, parçebûn, jihevketina welatên îslamî û nebûna baweriyê di navbera hikûmetan de ye.

Di vê daxûyaniyê de hat ragihandin ku tekane rêya rûbirûbûna qeyranên heyî yên alema Îslamê, îstiqrara berxwedanî, hizrî, çandî, aborî, siyasî û leşkerî ye.

Li vê daxûyaniyê bal hat kişandin ser vê yekê ku diyardeya tund û tirsnak a têrorîsmê ku hin welatên îslamî dorpêç kiriye, berdewamiya heman terorîzma siyonîst û komploya Amerîkayê ye ku armanca dawîn a wê serdestiya misilmanan piştî ji nû ve xêzkirina nexşeya cîhana îslamê ye.

Beşdarên civînê her wiha bal kişandin ser metirsiyên ku li pêşiya hin welatên îslamî bi taybet Sûriye, Yemen, Iraq û Efxanistanê rû bi rû ne û daxwaza seferberiya hemû îmkanan û duqatkirina hewlên ji bo dabînkirina aştî û ewlehiyê li navçeyê kirin, da ku ev welat nebin. perçebûyî.

Başa dön tuşu