ÎranNûçeRojhilatanavin

Deryadar Fedewî: liv û tevgerên gemiyên cengî yên Amerîkayê li navçê tên şopandin

Qumandê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamiya Îranê, got, hemû liv û tevgerên gemiyên cengî yên Amerîkayê li navçeya Kendava Farsê û deryaya Umanê, tên şopandin.

Deryadar Elî Fedewî, duşemiyê bi şev li gotûbêja tev bernama Manşêta Îşev ya kanala nûçan a radiyo û televîzyona Îranê herwiha got, Îran hemû gemiyên cengî yên Amerîkayê li navçê dişopîne û haya wê ji wan heye.

Deryadar Fedewî, Kendava Farsê û tengava Hurmizê, navçeyên herî sereke û stratejîk ên navçê dan zanîn û destnîşan kir, Îranê bi hebûna sînorên herî zêde yên tev Kendava Farsê û Tengava Hurmizê, li gorî welatên din ên li vê navçê, roleke girîngtir heye.

Fermandê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamiya Îranê, bal kişand ser hizûra Amerîkayê û berjewendiyên zav ên vî welatî li navçeya Kendava Farsê û got, Amerîka ligel hevgirtiyên xwe yên li navçê û derveyî navçê, hizûreke eşkerî ya neasayî li avên navçê heye.

Deryadar Fedewî herwiha girtina melevanên amerîkî yên li 12 Çileya 2016’an li avên Îranê bi bîr xist û got, piştî vî karî, ketina gemiyên amerîkî nav avên Îranê, dubare nebûye.

Qumandê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamiya Îranê, di eynî demê de destnîşan kir, hin welatên navçê, ji ber lawaziya desthilatdariya xwe neçar in bi Amerîkayê re bibin hevpeyman û hin welatên derveyî navçê jî bi dara zorê bi Waşîngtonê re hevkariyê dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu