İslami Davet Kurdi Bange İslami

Daxûyaniya dawiyê ya Konferansa navneteweyî ya Piştgiriya ji serhildana Filsitînê

Li daxûyaniya dawiyê ya şeşemîn Konfêransa navneteweyiya Piştgiriya ji serhildana Filsitînê li ser pêwîstiya parastina mijara Filsitînê wek mijara sereke ya cîhana îslamê û welatên erebî û navenda kişandina bala raya giştî ya cîhanê û hêzên hevgirtî û dost ji bo azadkirina tam a vî welatî pêgirî hat kirin.

Beşdarên li şeşemîn Konferansa navneteweyiya Piştgiriya ji serhildana Filsitînê roja çarşemiyê li daxûyaniyekê tevî sipasiya ji gotinên rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî hezretê ayetullah ozma xamineyî li vê konferansê, ragihand: Yekîtiya gelê Filsitînê û pejirabndina bijardeya berxwedanê wek tenha riya serêxwegirtina mafên rewa yên vî gelî ku serketina xwe li azadkirna başûrê Libnanê û Zîvala Xezeyê û hêza pêşîlêgirtinê li hemberî tima û zêdexwaziyên dijminan selimandiye, pêwîst e.

Ev daxûyanî her wiha radigihîne: hêzên umeta îslamî û gelên azadîxwaz ên cîhanê ji bo hawargihaniya bo gelê bindest ê Filsitînê divê yekparçe be.

Di dewama vê daxûyaniyê da hatiye: Întifaze û berxwedana gelê bindest ê Filsitînê bi taybet serhildana niha wek tenha riya bibandor ya sekinîna li hemberî dagirkeriya ریالêjîma Siyonîst e.

beşdarên li vê konfêransê her wiha li ser dewama hewildanên ji bo bidwîanîna heft dehsal dagirkeriya ریالêjîma Siyonîst, parastina yekîtî û yekparçetiya erdê ya “Filsitîna Dîrokî“ ji behrê heta çêm û damezirandina dewleta Filsitînê bi paytextiya Qudsê pêgirî kirin.

Li daxûyaniya dawiyê ya Konfêransa navneteweyiya Piştgiriya ji serhildana Filsitînê ji civaka cehanî jî hat xwestin ku bi anîna zextê li ser Rêjîma Siyonîst dawî li reftara dijî mirovahiyê ya vê rêjîmê ji wan dorpêçkirina zalimane ya Zîvala Xezeyê bîne.

Şeşemîn Konfêransa navneteweyiya Piştgiriya ji serhildana Filsitînê roja sêşemiyê bi amadebûna hezretê ayetullah uzma Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî, serokên sê saziyên sereke yên birêvebirina welêt û kesayetiyên bnasyar ên cîhana îslamê bi dirûşmeya “Hemî bi hev ra ji bo piştgiriya ji Filsitînê“ li hola serokên welatên îslamî li Têhranê hat destpêkirin. Ev konferansa îro anku çarşemiyê bi sdayîna daxûyaniyekê bi dawî bû.

Zêde ji 80 deste û 700 mêvanên biyanî li Konfêransa navneteweyiya Piştgiriya ji serhildana Filsitînê beşdarî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version