ÎranNûçeRojhilatanavin

Daxûyanîya gelê Îranê: Gelê Îranê baweriya xwe li Yekitiya Ewrûpayê nayne

Nimêjkirên li seranserê Îrana Îslamî piştî nimêja îniyê, teqez kirin ku li cihnîan rêketinnama navokî baweriya xwe li Yekitiya Ewrûpayê naynin.

 Gelê Îrana Îslamî li dawiya meşa li dijî emerîkî ya roja îniyê bi daxûyaniyekê raghandin: Mehnexwazî û kiryara  dînane ya Donald Trump sedrokkomarê Emerîkayê bi pêkanîna  şerê rewanî, binpêkirina soz û qiraran û derketina yekalî ji rêketinnama navokî û gotinên wî yên  sivik û pûç li dijî Îrana  bi îqtidar,  cardinê mahiyeta  îstikbarî ya  Emerîkaya cinayetkar nîşan da.

Li vê adxûyaniyê hatiye: Emerîkaya cinayetkar tu armancek xêncî  rawestana li ber îslamê û hewldana  kirêt ji bo sernixûnkirina  nizama pîroz a Îslamî û serdestiya ehrîmenane li ser navçê tine û ev siyaseta bi dijminatî cardinê nîşana armanac  resen a  sekinîna  li dijî îstikbarê û pêwstiya  rawestan û berxwedaa  li hember  maka  fesadê ya serdemê ye.

Gelê Îrana îslamî teqez kirin: Tu bawerî bi rayedarên  Yekitiya Ewrûpayê wek hevpeymanê Emerîkaya  peymanşikên tinene û hişyariya li her muzakireyekê, wergirtina  garantiyên  rastîn û xurt û îqtidara li heber zêdexwaziyên  wan weke  daxwaziyên xwe yên cidî ji berpirsan dizanin.

Başa dön tuşu