Nimêjkirên li seranserê Îrana Îslamî piştî nimêja îniyê, teqez kirin ku li cihnîan rêketinnama navokî baweriya xwe li Yekitiya Ewrûpayê naynin.
Gelê Îrana Îslamî li dawiya meşa li dijî emerîkî ya roja îniyê bi daxûyaniyekê raghandin: Mehnexwazî û kiryara dînane ya Donald Trump sedrokkomarê Emerîkayê bi pêkanîna şerê rewanî, binpêkirina soz û qiraran û derketina yekalî ji rêketinnama navokî û gotinên wî yên sivik û pûç li dijî Îrana bi îqtidar, cardinê mahiyeta îstikbarî ya Emerîkaya cinayetkar nîşan da.
Li vê adxûyaniyê hatiye: Emerîkaya cinayetkar tu armancek xêncî rawestana li ber îslamê û hewldana kirêt ji bo sernixûnkirina nizama pîroz a Îslamî û serdestiya ehrîmenane li ser navçê tine û ev siyaseta bi dijminatî cardinê nîşana armanac resen a sekinîna li dijî îstikbarê û pêwstiya rawestan û berxwedaa li hember maka fesadê ya serdemê ye.
Gelê Îrana îslamî teqez kirin: Tu bawerî bi rayedarên Yekitiya Ewrûpayê wek hevpeymanê Emerîkaya peymanşikên tinene û hişyariya li her muzakireyekê, wergirtina garantiyên rastîn û xurt û îqtidara li heber zêdexwaziyên wan weke daxwaziyên xwe yên cidî ji berpirsan dizanin.