IraqNûçeRojhilatanavin

Daişê serkirdên xwe yên bîyanî dikuje

Rêxistina terorîstîya Daişê ji ber nemana bawerîyê, hijmareka serkirdên xwe li bajarê Reqqe yê Sûrîyê kuştin.

Li gor agahîyan, terorîstên Daişê yên xwecih bawerî bi serkirdên bîyanî nemaye û bi sîxorîkirinê ji bo hevpeymanan sûçbar dikin û hindek ji wan kuştîne.

Kuştina wan serkirdeyan ji alîyê Daişê piştî wê yekê tê, hêzên xwecîh derdora Reqqe dorpêç kirine û frokeyên hevpeymanan jî berdewam bingehên wan bombebaran dikin.

Piştî dagîrkirina sêka axa Îraqê û pişkeka axa Sûrîyê, rêxistina terorîstîya Daişê dewleta xîlafetê ragîhandi bû, bajarê Reqqe jî kiribû paytexta xwe. (BANGÊ ISLÂMİ)

Başa dön tuşu