Hizbullaha Lubnanê bi daxûyaniyekê cinayeta nû ya hukimdarên Behreynê derheq îdamkirina sê ciwanên bêguneh ên behreynî şermezar kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, Hizbullaha Lubnanê roja yekşemiyê ragihand berpirsiyariya cinayeta îsdama sê ciwanên behreynî ser istûyê Rejîma Behreynê û welatên rojavayê ye ku piştgirî dane rayedarên Behreynê û alîkariya wna kirine.
Li daxûyaniya hizbullaha Lubnanê hatiye Rejîma Behreynê tevî ku mafên qanûnî û welatîbûnê yên behreyniyan betal dike, curek terorîzm li Behrenê belav kiriyeû tevî serktkirina gelê Behreynê li zindanan wan îşkence û îdam dike.
Hizbullaha Lubnanê ragihand bêdengiya bikuj ku cîhana ereb û hemî cîhan li hember cinayetên hakimên Behreynê da girtiye hevkariya medyan derheq nuximandina rijandina xwîna gelê Behreynê û îhaneta li kerameta wan ji aliyê Rejîma Alê Xelîfe li halekê ye ku divê hemî çalak û hêzên azadîxwaz li civak û umeta Îslamî û erebî van cinayetan şermezar bikin.
Samî Meşîme, Elî Senkîs û Ebas Semî sê ciwanên behreynî siba roja yekşemiyê li dosiya îdiayî êrişa ser hêzên polîs li navça El-Diye li 3 Adara 2014`an bi derba gullê hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)