CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Daxûyaniya kutahiya dehemîn dewra civîna Konseya Bilind a Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî

Dehemîn dewra civîna Konseya Bilind a Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî pêncşemê şev li Têhranê bi derxistina daxûyaniyekê kutahî daye karê xwe.

Dehemîn dewra civîna Konseya Bilind a Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî pêncşemê şev li Têhranê bi derxistina daxûyaniyekê kutahî daye karê xwe, li vê daxûyaniyê pişkdarên civînê ragihandin ku tenê riya mentiqî û beraqil bona rizgariya ji zulm, destdirêjî û neberanberiyan behreh girtina ji rê û rêça pêxemberê mezin ê Îslamê hezretê Muhemmed (s) û hînbûna fêrkarî û dersên Îslama rastîn e.

Li vê daxûyaniyê destnîşan bûye; hişyariya Îslamî dewama xebata bereyên îslamî û edaletxwaz li dirêjiya dîroka îslamê û bizaveke ji bo serê xwe girtina wede û sozên îlahî bona hakimiyeta mustezefan li ser erdê ye ku hedefa vê hişyariyê jî serxwebûn, edalet, tenahiya giştî û sekinîna li hemberî her cure zilm û zorek li gor qayde û qirarên îslama rastîn e .

Li vê daxûyaniyê herwisa îşareyî xebata bereya kufr û zorbêjan Amerîka û Rejîma Siyonîstî bûye ku dixebitin hişyariya îslamî ji riya xwe ya sereke bixalifînin ta ku serhildana misilmanan rastî işkestê bînin û destnîşan bûye ku ev bereya kofr pê alîkarî dayîna bi tundrew û kesên fanatîk û tekfîrî  û pê rewaca deb û resmên rojavayî li nav welatên îslamî û pê birêxistina şerên hundirî û neyariyan di navbera şîe û sunî dixebitin hişyariya îslamî ya destpê bûyî li cîhana îslamê rawestînin.

Dehemîn dewra civîna Konseya Bilind a Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî duh pêncşemiyê bi amadebûna 110 kes ji zanyarên îslamî li Têhranê tê lidarxistin.

Sîre û jiyana pêxemberê hêja yê îslamê (S) wek mînaka tam a hişyariya îslamî, ziyannasîna hişyariya îslamî û pêşeroja guhertinên têkidlarî wê, tevgernasiya ramanên rêderketî yên tekfîrî û rêkarên sekinîna li hemberî wê her viha mijara Filsitînê  û pêwîstiya xurtkirina bereya berxwedana îslamî ji bo sekinîna li hemberî siyonîstan ji mêhwerên dehemîn dewreya civîna Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî hatine ragihandin.

Hejmareke zêde ya zanayên sune, şîe û mezhebên din ên îslamî bi boneya heftiya Yekîtiyê dê beşdarî dehemîn civîna Konseya Bilind a Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî bibin.

Nehemîn dewreya civîna Konseya Bilind a Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî cotmeha 2016`an li Bexdaya paytexta Iraqê hat lidarxistin.

Civata Cîhanî ya Hişiyariya Îslamî bi biryara hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî derdora şeş salan berî viya hat damezirandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu