ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasim Rizayî medala brunz bi dest xist

Qasim Rizayî guleştkirê îranî yê beşa 98 KG medala tûnc a olempîka 2016`an a Rîyodojanîroyê bi dest xist.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîm`ê, Qasim Rizayî di lîstka rêzebendîyê da karî ku bi encama 4-4 ji reqîbê xwe Stêfan Şoên ji Swêdê bibe û medala brunzê ya Olempîka 2016`an a Riyodojanîroyê bi dest bixe.

Berî wî, Seîd Ebdulî guleştkirê din ê Îranê jî medala brunzê bi dest xistibû ta ku lîstikên tîma guleşta Îranê bi vî awayî li olempîka 2016`an bi dawî bê.

Karwanê werzişa Îranê bi 2 medalên zêr li weznehilgirtinê (rakirina halterê) û 2 medalên brunzê li guleştê li rêza 30`yan a lîstikên Olempîka 2016`an cî girt. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu