Îmam XumeynîÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavinSêwiran

Daxûyanîya Meclisa Şarezayên Rêberîyê bi boneya salvegera koça dawîyê ya Îmam Xumêynî (RE)

Meclisa Şarezayên Rêberîyê îro li daxûyanîyekê tevî rêzgirtina li bîra Îmam Xumêynî (RE), gelê birûmet ê Îrana islamî jibo pişkdarîya bicoş li merasima rêzgirtina li salroja koça dawîyê ya xîmdanerê mezin ê Komara Islamî ya Îranê vexwend.

Li gorî rapora nûçegihanê SAHAR TV, Meclisa Şarezayên Rêberîyê li vê daxûyanîyê bal kişand ser vîya ku kesayetîya Îmam Xumêynî (RE) û şoreşa kûr û berifre ya wî her ku diçe zêdetir aşkira dibin û ragihand: Îmam Xumêynî (RE) jibo vejîyandina islama resen a mihemedî (S), bilindkirina alaya dîndarîyê û bilindbûna dengê belengaz û hejaran serî hilda.

Li vê daxûyanîyê pêkutî hatîye kirin ku Îmam Xumêynî (RE) dengê “ tifaq û hişyarîya islamî“ li qada navnetewî bilind kir û nasnama jibîrbûyî ya misilmanan vejîyand û hatîye: Îmam Xumêynî (RE) eva fêrî hejar û bindestên cîhanê kir ku mirov dikare bi fêrkarîyên islamî qesrên taxût û zilimker û serdestîxwazan hilweşîne.

Sibê yekşemî, 14`ê Xordada 1396`an a koça tavî, 9`ê Remezana 1438`an a koça heyvî û 4`ê Hezîrana 2017`an, 28`emîn salvegera koça dawiyê ya hezretê Îmam Xumeynî (re), damezirînerê mezin ê Komara Îslamiya Îranê.

Rêûrisma rêzgirtina salvegera koça dawiyê ya Îmam Xumeynî (re), hemî salan bi beşdariya bi mîlyonan kes ji evîndarên damezirînerê Komara Îslamiya Îranê ji seranserê Îrana Îslamî û her dera dinyayê, li tirba wî tê lidarxistin. (ÎSLÂMİ DAVET)

Başa dön tuşu