ÎranNûçeRojhilatanavin

Daxûyaniya NATO`yê li bara bernama mûşekî ya Îranê hate retkirin

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê nîgeraniya serokên NATO`yê li bara bernama mûşekî ya Îranê ret kir û ragihand ku ev îdiayên wiha bê xîm û binyat in.

Li gor rapora IRIB News`ê, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li gotinên xwe yên duh duşemê li bara daxûyaniya roja kutahiya civîna serokên Saziya Peymana Atlantîka Bakûrî (NAYO)`yê li ser bernama mûşekî ya Îranê destnîşan kir, Wisa ku berê jî hatiye gotin, karariya bernama mûşekî ya Îranê li çarçova pilanekî qanûnî û ji bo berevaniya ji axa Îranê ye û qet ev bernama mûşekî ji bo hilanîna komikên navokî nayên bikar girtinê.

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara islamî ya Îranê destnîşan kir, Bernama mûşekî ya Îranê netenê dijî naveroka rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 nîne belkî qet biryarnama 2231 jî binpê nake û ev xebata bi tamî qanûnî ye û nabe sedema fukaran ji bo tu welatekî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu