Nunerên kurd ên meclisa şêwra Îslamî li daxûyaniyekê êrişên terorîstî yên heftiya buhurî li Têhranê şermezar kirin û tekez kirin ku nikarin tevgera tekfîrî ya DAIŞ`ê bi ti qewm û etnîk û mezheb û netewekî ve girêdin belkî hemî qewm û etnîk, mezheb û ol li hemberî vê diyardeya kirêt û rezîl rabûne.
Li gorî rapora Kurdpressê, li daxûyaniya nunerên kurd ên meclisa şêwra îslamî ya Îranê hatiye tekezkirin:
Vê carê destê cinayetkarên DAIŞ`ê, tirba hezretê Îmam Xumeynî (RE) û meclisa şêwra Îslamî kirin armanc û xwdênenasên DAIŞ`ê hejmarek ji welatiyên me yên ezîz şehîd kirin û hejmarek jî birîndar kirin.
Em tevî pîrozbayî û dayîna sersaxîyê bo malbatên şehîdên vê bûyerê û hêviya şifayê bo birîndaran, wek nunerên kurd ên meclisa şêwra Îslamî ya Îarnê vê kiryara terorîstî bi tundî şermezar dikin û em çavrê ne bi pêngaveke hişmendane û maqûl bersiva vê êrişa kor were dayîn.
Di dewam vê daxûyaniyê hat ragihandin ku koma têrorîst a DAIŞ`ê bi tu qewm û mezheb û netewekî re nayê girêdanê û xala hevpar a liv û tevgera DAIŞ`ê, cinayet û hovîtî ye û îrorojê hemî qewm û mezheb û ol li hember evê diyardeya rezîl rabûne û em kurd jî di rêza ewil a rawestana li hember vê liv û tevgera xalifî û kirêgirtî de ne. Kurdan li Iraq û Sûriyê jî hejmareke zêde şehîd di warê rawestana li hember DAIŞ`ê da raberî mirovahiyê kirin.
Li daxûyaniya hanê tevî ragihandina kîn û nefreta ji liv û tevgera li dijî mirovahiyê û şermezarkirina vê kiryara terorîstî, nunerên kurd ên meclisa şêwra Îslamî ya Îranê amadetiya xwe ya tam jibo rawestana li ber vê tevgera bixof radighînin û jibo parastina ewlehiya welêt û tenahiya vî gelî xwe amadeyî her cure fîdakariyekê zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)