BehreynÎranNûçeRojhilatanavin

Daxuyaniya nûnerên meclisa Îranê bona şermezarkirina kiryarên Alê Xelîfe

Nûnerên Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, cinayeta rejîma Behrêynê dijî Şêx Îsa Qasim, ruhaniyê payebilind ê vî welatî şermezar kirin.

Piştî hikmê dadgeha Behrêynê li ser salek zîndan û desteserkirina heyîtiyên Şêx Îsa Qasim, ruhaniyê payebilind ê vî welatî û zêdebûna nerizamendiyên gelanî, hêzên Rejîma Alê Xelîfe, roja sêşemiyê êriş birin ser navçeya El Durazê ku Şêx Îsa Qasim lê dijî û di encama van pevçûnan de 5 kes hatin kuştin û zêde ji 100 kes birîndar bûn û nêzî 300 kes jî hatine girtin.

Leşkerên behrêynî, bi piştevaniya Amerîka û Erebistana Siûdî, cihê mayîn û jiyana Şêx Îsa Qasim, dorpêç kirine.

Nûnerên Meclisa Şêwra Îsalamiya Îranê, roja çarşemiyê li daxuyaniyekê ragihandin: Kiryara neberaqil û firqeşopiya Rejîma Alê Xelîfe dijî Şêx Îsa Qasim, li ser bingheha tawanên pûç û hikmê zalimane ya dijî wî û hevgavê sefera serokkomarê Amerîkayê bo navçê bi îzna Amerîka û Ingilistanê û piştgiriya Erebistana Siûdî pêk hatiye.

Nûnerên Meclisa Şêwra îslamiya Îranê, tevî piştgiriya ji xelkê Behreynê bona hewldana di riya serfirazî û azadî û bidestxistina mafên xwe yên rewa, hişyarî dane Rejîma Alê Xelîfe ku dewama siyasetên dijî olê li Behreynê û berçavnegirtina daxwazên rewa yên xelkê, wê encamên ku nayên texmînkirin bi xwe re bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu