ÎranNûçeRojhilatanavin

Daxuyaniya teşkîlatên xwendekarên îranî li rêûresma 13`ê Abanê

Teşkîlatên xwendekaran ên Îranê di roja 13`ê Abanê de, daxuyaniyek bona piştgiriya ji gelên li bin lepên îstikbar û zorbêjiyê û dewama şerrê dijî zêdexwaziyên hêzxurtên cîhanî weşand.

Li gorî rapora IRIB News`ê, li daxuyaniya Teşkîlatên xwendekaran ên Îranê ku roja pêncşemiyê li rêûresma 13`ê Abanê hate xwendin, hatiye: Xelkê Îranê her wekî berê wê têkoşînên xwe yên di riya dadxwazî, serxwebûnxwazî û azadiyê de bidomîne.

Ev daxuyaniya li ser vê yekê ku xwendekarên Îranê her cure aştiya bi hêzxurtên cîhanê re red dike, disekine û herwiha radigihîne: Peywendiya bi Amerîkaya terorîstperwer ku bi mudaxileya aşkera li karûbarên welatên îslamî û gelên mistezef, bi dû pêkanîna fitneyan e û tu armanceka wê ji bilî xaretkirina heyîtiyên neteweyên cîhanê tuneye, tu destkevtek ji bilî xisarê bi xwe re nayîne.

Di daxuyaniya Teşkîlatên xwendekaran ên Îranê hatiye: Kesên ku difikirn têkoşîna di riya serxwebûn û azadiya mistezef û hejarên cîhanê dijî sermayedarî û xwestina tenahiyê ye, elfebeya têkoşînê jî nas nakin.

Herwiha di vê daxuyaniyê de ji bilî ku qedrê beşdariya pircoş a gelê Îranê li xwenîşandana roja 13`ê Aban`ê, roja sekinîna li hember zorbêjiya cîhanê, hate girtin, hatiye destnîşankirin ku pêkhatina aştiyê li cîhanê, maye ser kokbirbûna zorbêjan û heya ku kufr û şirk li dinyayê hebe, wê şerrê dijî wan jî berdewam be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu