IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Tevgera El Nuceba: Amerîka bernameyek anîna kesên çekdar ji Sûriyê bo nav axa Iraqê dişopîne

Tevgera El Nuceba ya Iraqê qala pîlana nû ya Amerîkayê ji bo dûrkirina Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî ji sînorê Iraqê digel Sûriyê kir û got: Armanca vî karî derbaskirina dubare ya têrorîstan nav axa Iraqê ye.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Fars Newsê, Tevgera El Nuceba ya Iraqê her wiha ragihand: Hin belge û şehedî hene ku nîşan didin hêzên amerîkî dil hene kesên çekdar ji Sûriyê bînin nav axa Iraqê.

Hevdem Haşim El Mûsewî yek ji berpirsên Tevgera El Nuceba ya Iraqê got: Amerîka bernameyekê dişopîne ku armanca wê pêkanîna tevlihevî û aloziyê li Iraqê û anîna kesên çekdar ji Sûriyê bo nav axa Iraqê ye.

Dawiya Gulana 2017an Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê qala amadekirina planekê bi hevahengiya êzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî ji bo dabînkirina ewlehiya sînorên diogel Sûriyê û dûrkirina têrorîstên DAIŞê ji sînorên Iraqê kiribû.

Dewleta Irqê roja 12ê Kanûna sala 2017an, dawiya hebûna koma têrorîst a DAIŞê ragihand.

Başa dön tuşu