ÎranNûçeRojhilatanavin

Daxûyaniya wezareta karên derve ya Îranê bi minasibeta Roja Nikbetê

Wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê careke din piştgiriya Komara Islamî ji gelê Filistînê li hemberî rêjîma dagîrker a siyonîst ragihand.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara islamî nasyar bi IRNA`yê, wezareta karên derve ya Îranê roja duşemiyê, 16`ê Gulana 2016`an, li daxuyaniyekê bi minasibeta roja dagîrkirina Filsitînê ji aliyê Rêjîma Siyonîst va (Roja Nikbetê) tevî piştgiriya dubare ya ji hevgirtin û aştiya neteweyiya filsitîniyan li warê sekinîna li hemberî Rêjîma Siyonîst, zêdebûna dijberiyên cîhanî bi kiryarên neqanûnî û dijmirovane yên vê rêjîmê ji wan li warê avakirina bajarokan tişteke baş dizane û dixwaze ku cîhan ji bo bidawîanîna komployên rêjîma dagîrker a siyonîst li dijî gelê Filsitînê hewilê bide.

Wezareta karên derve ya Îranê li daxûyaniya xwe ragihand ku damezirandina rêjîma nerewa û sexte ya siyonîst li erdên dagîrbûyî yên Filsitînê û dilê cîhana islamê minasibeta herî xembar a dîroka Filsitînê û rencên bêhejmar ên vî gelê mezlûm e ku bi miliyon kes ji wan ji war û diyarê xwe aware bûne.

Li daxûyaniya wezareta karên derve ya Îranê hatiye ku kiryarên Rêjîma Siyonîst li warê dagîrkirina gişt welatê Filsitînê, îdamkirina xweser a filsitîniyên bêguneh, bicihkirina cihûyan li Qudsê, bêhurmetiya li Mizgefta Eqsyê, berfirehkirina avakirina bajarokan bicihkirina cihûyan li Rexa Rojavaya Çemê Urdinê û dewama dorpêçkirina dehsaliya Zîvala Xezeyê ji cinayetên Rêjîma Siyonîst in ku bûne sedema bêzariya cîhanê.

Şêst û heşt salan berî niha di roja 14`ê Gulana 1948`an da siyonîstan bi piştgiriya Inglîzê piştî çend deheyan di dawiyê da komploya dagîrkirina Filsitînê xistin pratîkê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu