BehreynÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Daxûyaniya wezareta karên derve ya Îranê li bara rakirina mafê welatîbûnê yê şêx Îsa Qasim

Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê kiryara dewleta Behreynê derheq rakirina mafê welatîbûnê yê şêx Îsa Qasim melayê pilebilind ê şîe yê Behreynê şermezar kir.

Wezareta karên dreve ya Îranê li daxûyaniyekê her wiha dijwarbûna nihêrînên ewlehiyê li dijî rêberên olî û neteweyî, dijberiya li hember bawerî û bingehên olî û neteweyî û zevtkirina mal û milk û diravên şerî yên xelkê Behreynê şermezar kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku ev kiryar hêviya bo serrastkirina karûbaran ji riya gotûbêjê û şêwazên biaşitî ji nav dibe û tewisyê li dewleta Behreynê dike ku bi kutakirina biryar û pêngavên neqanûnî riyên peywendiyên navbera gel û rêberên navînrê yên vî welatî girênede û bi qebûlkirina rastiyên welêt û birêvebirina gotûbêjên cidî yên neteweyî qeyrana Behrenê çareser bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu