EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Zerîfi û serokê meclisa Sêna ya Fransayê

Wezîrê karên derve yê Îranê li yekemîn bernama roja duyem a serdana xwe ya Fransayê, bi serokê meclisa Sêna ya vî welatî ra li bajarê Parîsê hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemedcewad Zerîf ku li gerra sêyem a serdana xwe ya Ewropayê duh giheşte Parîsê, biryar e ku piştî hevdîtina ligel Jêrar Larşê, serokê meclisa SÊna ya Fransayê, here komsyona karên derve, berevanî û êzên çekdar a Sênaya Fransê ku civîna wê yê bi serokatîya Jan Pîyêr Rafan pêk were.

Wezîrê karên derve yê Îranê, duh danê êvarê bi nunerên medyayan û lêkolerên fransî ra li Akadêmîya Dîplomasîya Navnetewî, civîneke bêyî amadebûna nûçegihanan bi rê ixst.

Zerîf her wiha li merasima fitarê ya sefareta Îranê ku sefîr û nunerên civat û qewareyên islamî yên 33 welatên cehanê û hin rayedarên fransî tê da pişkdar bûn, amade bû û axivî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu