IraqNûçeRojhilatanavin

Hat ragihandin ku li bajarê Mûsilê balafirên Artêşa Iraqê konseya DAIŞê ku têde gelek serkirdeyên bilind û emîr hebûn hatin kuştin

Li gorî daxuyaniya rêveberiya îstixbaratên Iraqê, piştî wergirtina hin zanyariyan balafiran baregeha konseya rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Mûsilê bombe kirin, herwiha berpirsê wê malê û hejmarek ji serkirde û emîrên din ku piraniya wan bi regez Tirkî bûn hatin kuştin.

Rêveberiya Îstixbarata Iraqê berpirsê rêxistina terorîst a DAIŞê ya darayî Samî Ehmed Xafir, berpirsê komîteya mûçeyan Tûnisî Ebu Aîşe, berpirsê aborî ku bi regez Tirkiye û navê wî Mihsin Qebelan û bi navê Ebu Tebarik tê naskirin, berpirsê serjimêriya darayî ew jî bi regez tirke navê wî Ehmed Sabire Ebu Meriyem, berpirsê leşkerî yê Tekeferê ew jî bi regez Tirke û navê Mehdî Şûkran Ebu Ismaîl û berpirsê veguheztina koçberan li Tileferê Îbrahîm Xatûnî Ebu Ûbêd di wê operasyona Artêşa Iraqê de hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyê ew operasyon li taxa El-Mûelîmûn li navçeya Teleferê ku, dikeve rojavayê Mûsilê hate pêkanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu