ÎranNûçeRojhilatanavin

Daxûyanîya wezareta lêzanîn û ewlehîyê ya Îranê li bara koma tekfîrî li Sinê

Wezareta lêzanîn û ewehîyê ya Komara Islamî ya Îranê bi daxûyanîyekê, kurtasîyek ji kiryarên koma têrorîst û kafir a Tewhîd û Cehadê li bajarê Sinê raber kir.

Di vê daxûyanîyê da hatîye ku bi dû berfirebûna bawerîyên selefîyeta tekfîrî li rojavaya welêt, hejmarek mirovên xapandî di zivistana 1387`ê da bera karên têrorîstî yên xwe dan ser Îranê, loma komeke têrorîst ava kirin ku di nava gel da bi navê Koma Ebûbekir hatibû nasandinê û wek yekem pêngav di 4`ê ordîbêhêşta sala 1388`ê da pê bikaranîna 27 kesan di çarçova 2 koman da êrişî navenda fermandarîyê û yekîneya taybet a hêzên ewlehîya bajêran kir ku di encamê da hejmarek hêzên ewlehîya bajêran şehîd û birîndar bûn.

Li gorî agahîyên bidestketî yên gelanî û şopandinan kifş bû ku plana vê êrişê ji alîyê bereyên tekfîrî va hatîye darêştin bi awayekî ku vê komê bi bandorwergirtina ji hiza tekfîrî-wehabî bo engkirina xeleka misilmantîyê welatîyên parêzgeha Kurdistanê kafir zanî û hin alimên dînî û welatî şehîd kirin û bi dû wê jibo îlankirina pêkhatina xwe bêyî berçavgirtina isûl û pêkutîyên islamê dest bi tirsandin, birêxistina bêewlehîtîyê û heta kiryarên têrorîstî kir û navê Tewhîd û Cehadê danî ser xwe.

Dema hilkolandina kiryar û fikrên koma kafir a Tewhîd û Cehadê gellek wekhewî di navbera vê komê û DAIŞ`ê da derdikevin holê.

1- Tengtirkirina xeleka misilmantîyê û kafirzanîna kesên din li gorî ictihada şexsî

2- Kêmbûna asta xwendin û zanîna fiqhî û şerî ya serkêşên komê û ictihad û têgiheştina bingehên fiqhî li gorî têgiheştina wan a kêm û nimiz

3- Bandorwergirtina ji hizra tekfîrî ya Wehabîyetê û retkirina bingehên fiqha Şafêyî û kafirzanîna alimên navdar ên sunî

4- Şerûtî

5- Tundrêtî û zêdegavîya li bawerîyê

6- Yekalîtîya kor û qebûlnekirin û tamulnekirina nêrîn û bawerîya kesên din

7- Şîdet û tundrêtî û hwd

Piştî ku teşkîlata lêzanînê derbe li vê komê dan, şîyana opêrasyona leşkerî ya vê komê têk çû û vê komê endamên nû kom kirin û dest bi kiryarên têrorîstî kirin ku yên herî girîng bi vî awayî ne:

1- Belavkirina şekilmên jehrdar di navbera personelên hêzên ewlehîya bajaran, hêzên çekdar û dadwerîyê li bajarê Sinê di Gulana 7 salan berî niha da

2- Êrişa bi çekdanser dikaneke zêran li bajarê Qurwê, dizîna zêran û kuştina zêrîngeri di 27`ê Tîrmeha sala 1388`ê ango 7 salan berî niha

3- Êrişa bi çekan ser rawestgeha polîsên Kelanterîya 12 ya Sinê (30`yê Tîrmeha sala 1388, birîndarbûna 3 polîsan)

4- Têrorîra alîkarê dozgerê Sinê, Mêhdî kamîyan ( 8 Îlona 7 salan berî niha)

5- Têror û şehîdkirina Mamoste Burhan Elî yek alimên dînî yên sune (11`ê Îlona 2009`ê)

6- Têror û birîndarkirina dadwer Hesen Davteleb (15`ê Îlona 2009`ê)

7- Têror û şehîdkirina Mamoste Şêyx ul Islam ( 16`ê Îlona 2009`î)

8- Şerê bi çekdan li taxa Şerîfava li himber personelên wezareta lêzanîn û ewlehîyê ( 22`ê Îlona 2009`ê, şehîdkirina personelekî wezareta ewlehîyê, pasdarekî malnişîn û birîndarkirina personelekî wezareta ewlehîyê. Di vî şerî da 3 têrorîst hatin kuştinê)

9- Dizîya bi çekan a maşîneke Pêjo 405 û 6 milyon tûmenî ên welatîyekî sineyî ( 30`yê Îlona 2009`ê)

10- Êrişa ser hêzên ewlehîya bajêrê Sinê (19`ê Mijdara 2009`ê)

11- Dizîya bi sîlehan û istandina bi zorê ya 4 maşînî ji welatîyan ji Hemedan, Zencanê û bakûra welêt ( salên 2009 û 2010`ê ku di encamê da şofêrek hat kuştinê)

12- Dizîya bi çekan a 5.5 kîlo zêrî ji dikaneke zêran li Hemedanê ( 26`ê Sibata 2009`ê û birîndarkirina kesekî)

13- Êrişa bi çekan jibo dizînê li Hemedanê ku serkevtî nebû (26`ê Sibata 2009`ê)

14- Dizîya bi çekan a 5.5 kîlo zêrî ji dikaneke zêran li Zencanê ( 13`ê Sibata 2010`ê) ku welatîyekî sivîl hat kuştinê û 2 hêzên ewlehîya bajêran jî birîndar bûn)

15- Êrişa bi çekan li nêzîkî Sinê ser personelên wezareta ewlehî û lêzanînan ( 26`ê Hezîrana 2010`ê ku têrorîstek hat kuştinê)

16- Pevçûna di navbera têrorîstan û personelên wezareta ewlehî û lêzanînê li bajarê Sinê ku di encamê da personelekî wezareta ewlehîyê şehîd bû ( 12`ê Gulana 2010`ê)

17- Êrişa ser nuqta kontrolê ya polîsên trafîkê li meydana Azadî ya bajarê Sinê ku di encamê da 4 personelên ewlehîya bajaran û kesekî sivîl şehîd bûn û 11 kes jî birîndar bûn (5`ê Tebaxa 2009`ê)

18- Pvçûna di navbera têrorîstan û hêzên wezareta ewlehî û lêzanînê ku di encamê da 2 têrorîst hatin kuştinê ( 17`ê Tebaxa 2010`ê)

19- Şehîdkirina 4 parêzerên jîngehê li parêzgeha Kurdistanê ( 3`ê Sibata 2010`ê)

20- Ûerê li dijî hêzên Sipahê Pasdarên Inqilabê li nêzîkî Sinê ( 8`ê Sibata 2010`ê)

21- Du êrişên cida ser kelanterîyên 15 û 16 yên Sinê ku di encama wan da personelekî hêzên ewlehîya bajaran şehîd û 2 jî birîndar bûn( 24`ê Adara 2010`ê)

22- Êrişa ser hêzên ewlehîya bajêran li taxa Xefûr a Sinê ( 28`ê Adara 2011`ê)

23- Êrişa ser hêzên Sipahê Pasdarên Inqilabê li gundê Tecre yê Sinê ( 5`ê Nîsana 2011`ê)

24- Pevçûna li hemberî hêzên wezareta ewlehî û lêzanînê ku di encamê da 4 têrorîst hatin kuştinê ( 11`ê Nîsana 2011`ê)

Di encama êrişên vê koma têrorîst û kafir da 20 kes şehîd û 40 kes jî birîndar bûne ku di nav wan da kesên berbiçav ên wek şehîd Mihemed Şêyx ul Islam nunerê gelê Sinê li meclisa bijareyên rêberîyê û şehîd Burhan  Alî yek ji melayên bibandor û navdar ên sune hene.

Li dawîyê bi saya hewldanan di 11`ê Nîsana sala 2011`ê mala tîmî ya herî dawîyê ya vê koma têrorîst li taxa Hesenava ya Sinê hat kontrolkirinê û endamên vê komê hatin girtinê.

Hêjayî gotinê ye ku 102 endam û hogirên koma têrorîst û kafir a Tewhîd û Cehadê hatin naskirinê û ketin ber taqîbatê ku hejmarek ji wan di encama opêrasyonên hêzên ewlehîya Îranê da hatin kuştinê û hejmarek ji wan jî hatin girtinê û hikmê darvekirinê jibo wan hatîye birrînê û jibo hinekan jî cezaya hepsê hat kifşkirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu