ÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama pîrozbayiyê ya serokê meclisê û wezîrê berevaniyê yê Îranê bo hevtayên xwe bi munasibeta eyda Fitrê

Serokê meclisa şêwra Îslamî û wezîrê berevaniyê yê Îranê li peyamên cida eyda seîd a Fitrê li hevtayên xwe li welatên Îslamî pîroz kirin.

Elî Larîcanî, serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê roja yekşemiyê li peyamekê bo serokên  meclisên  welatên Îslamî, hatina  eyda seîd a Fitrê pîroz kir û hêvî kir ku `Bereketa meha pîroz a Remezanê, umeta Îslamî ber bi pêşeroja  geş û tijî bexeteweriyê  rênimûnî bike û tep û toza bêtifaqiyê ji netewe û umeta Îslamî dûr bixe`.

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê her wiha ji Dwedayê Teala, daxwaza serbilindî û îzeta  zêde ya umeta Îslamî û serketin hevtayên xwe li welatên Îslamî kir.

Serdar sertîp Huseyn  Dihqan wezîrê berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê jî bi pîrozkirina eyda seîd a Fitrê li wezîrên berevaniyê yên  welatên Îslamî, hêvî kir ku Bi bereketa eyda seîd a Fitrê, ewlehî û aramî vegere cîhana Îslamê.

Piraniya welatên erebî ji wan Erebistan, Qeter, Mîrektiyên  Yevgirtî yên Erebî, Behreyn, Kuweyt, Filistîn, Sûdan û Misr û suneyan li Iraq û Lubnanê, roja yekşemiyê weke eyda Fitrê ragihandin.

Di eynî demê de, Komara Îslamî ya Îranê jî raghandiye sibê eyda seîd a Fitrê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu