İslami Davet Kurdi Bange İslami

Daxûyaniya zanayên Behrêynê li piştevaniya ji Şêx Qasim

Zanayên Behreynê li roja 100-an a kombûna xelkê vî welatî li hemberî mala Şêx Îsa Qasim ruhaniyê mezin ê şîeyên vî welatî li daxûyaniyekê piştevaniya xwe ji vî ruhaniyê mezin ragihandin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, li daxûyaniya zanayên Behreynê, ji hemû alîgîr û pişkdarên vê kombûnê hatiye xwestin ku dewamê bidin piştevaniyên xwe ji Şêx Îsa Qasim û nerezamendiya xwe li hemberî siyasetên Rejîma Alê Xelîfe bidomînin.

Zanayên behrêynî piştevaniya xelkê ji Şêx Îsa Qasim berxwedana xelkê li hemberî siyasetên zalimane yên Rejîma Alê Xelîfe dane zanîn û xelk arxayîn kirin ku dewama van nerezamendiyana dê li ser siyasetên Rejîma Alê Xelîfe tesîrê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version