Daxwaza alîkariyê ya El Bexdadî ji piştgirên xwe li navçeyê
Ebu Bekir El Bexdadî serkirdeyê koma têrorîst a DAIŞ`ê piştê têkçûnên li pey hev ên vê koma têrorîst, ji piştgirên xwe li navçeyê xwest da ku alîkariyên zêdetir ên malî ji bo pêkanîna opêrasiyonên bombedanînê li Mûsilê bidin ber destê vê komê.
Bi dewama pêşdaçûna hêzên iraqî li hemî bereyên opêrasiyona azadkirina Mûsilê, serkirdeyê koma têrorîst a DAIŞ`ê ku çeteyên wê komê van rojan ji bereyên şêrr direvin, dawîn xebatên xwe yên serneketî ji bo girtina rê li ber azadkirina vî bajarî pêk tîne.
Li gorî vê raporê, Ebu Bekir El Bexdadî du taxim şandine hinek ji wlatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê ku rola wan a girîng li damezirandin û piştgiriya ji koma têrorîst a DAIŞ`ê heye û ji wan xwestiye ku sa kirrîna çekan alîkariya vê komê bikin.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê di mehên dawî da beşeke mezin a çekên xwe ji dest dane.
DAIŞ`ê her wiha di rojên dawî da ji bo girtina rê li ber veguehstina şikestê ji rojhilata Mûsilê bo deverên din ku çeteyên vê komê lê hene, peywendiya bi riya amorên peywendîgirtinê yên bîsîm digel serçete û çeteyên deverên din qut kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)