IraqNûçeRojhilatanavin

Daxwaza Cibûrî jibo avakirina sindûqa erebî ya piştgiriya ji Iraqê

Serokê parlemana Iraqê ji Yekitiya Ereban xwest ku jibo avedankirina navçên kavilbûyî ji ber terorîzmê li vî welatî sindûqeke piştgiriyê were avakirin.

Selîm Cibûrî serokê parlemana Iraqê roja çarşemiyê li hevdîtina  tev Ehmed Eb-El Qeyz sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban YE ku bi armanca dabînkirina rewşê jibo civîna  tê ya rayedarên  ereb li Emana paytexta  Urdinê sefera Iraqê kiriye, daxwaza paknîna  sindûqa piştgiriya ji navçên  xisardîtî ji ber terorîzmê kir.

Serokê parlemana Iraqê bal kişand ser cihanîna rola  sindûqa piştgiriyê ya  Yekitiya Ereban YE jibo kokbirkirina  bandorên fikrî, siyasî yên DAIŞ`ê li navçê û got: Ji ber operasyona vê gavê li parêzgeha  Selahedînê li bakurê vî welatî niha awareyên  Mûsilê hevcedarê alîkariyên  mirovheziyê yên destxwe ji welatên ereb in.

Ehmed Ebû El-Qeyz, sekreterê gişt ê yê Yekitiya Ereban duh gihêşt Bexdayê û tev Heyder Ebadî serokwezîr û Îbrahîm El-Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê jî hevdîtin û gotûbêj kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu