Serokê parlemana Iraqê ji Yekitiya Ereban xwest ku jibo avedankirina navçên kavilbûyî ji ber terorîzmê li vî welatî sindûqeke piştgiriyê were avakirin.
Selîm Cibûrî serokê parlemana Iraqê roja çarşemiyê li hevdîtina tev Ehmed Eb-El Qeyz sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban YE ku bi armanca dabînkirina rewşê jibo civîna tê ya rayedarên ereb li Emana paytexta Urdinê sefera Iraqê kiriye, daxwaza paknîna sindûqa piştgiriya ji navçên xisardîtî ji ber terorîzmê kir.
Serokê parlemana Iraqê bal kişand ser cihanîna rola sindûqa piştgiriyê ya Yekitiya Ereban YE jibo kokbirkirina bandorên fikrî, siyasî yên DAIŞ`ê li navçê û got: Ji ber operasyona vê gavê li parêzgeha Selahedînê li bakurê vî welatî niha awareyên Mûsilê hevcedarê alîkariyên mirovheziyê yên destxwe ji welatên ereb in.
Ehmed Ebû El-Qeyz, sekreterê gişt ê yê Yekitiya Ereban duh gihêşt Bexdayê û tev Heyder Ebadî serokwezîr û Îbrahîm El-Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê jî hevdîtin û gotûbêj kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)