ÎranNûçeRojhilatanavin

Daxwaza damezrandina Komxebata Peydakirina Rasitiyê li bara dîplomatên revandî yên îranî li Lubnanê

Kardarê balyozaxana Îranê li Beyrûtê, daxwaza pêkanîna Komxebata Peydakirina Rasitiyê ji bo kivşkirina çarenivîsa çar dîplomatên îranî yên revandî li Lubnanê kir.

 5ê Tîrmeha 1982`an   kirêgirtiyên Rejîma Siyonîstî li kiryareke terorîstî, Seyd  Muhsin Msewî, Ehmed  Mutewesiliyan, Kazim Exewan û Teqî Restigar Muqedem, çar dîplomatên  Komara Îslamî ya Îranê li axa Lubnanê revandin.

Ehmed Huseynî, roja Îniyê li merasima 36`mîn salvegera  rewandina  çar dîplomatên  îranî li Lubnanê, bal kişand ser vê yekê ku  Tîrmeha 1982`an  beşeke berfireh ji Lubnanê di lepên Rejîma Siyonîstî de bû û got: Berpirsê sereke  yê cinayeta  revandina dîplomatên  îranî, dagirkirên siyonsît in.

Kardarê balyozaxana  Îranê li Beyrûtê destnîşan kir: Rejîma  Siyonîstî tim  cinayet û sersariya xwe li hember  qanûn û qayîde û qirarên  navneteweyî didomîne û destdirêjî û dagirkeriya xwe li Filistînê bi taybet Xezeyê, her wiha  Lubnanê  didomîne.

Wî teqez kir: Divê Komxebata Peydakirina Rasitiyê bi beşadriya  hemî aliyan ji wan Dewleta Komara Îslamî ya Îranê, dewleta lubnanê û Rêxistina  Neteweyên  Yekbûyî pêk were û çarenivîsa dîplomatên  îranî kivş bibe.

Başa dön tuşu