IraqNûçeRojhilatanavin

Daxwaza Ebadî bona destpêbûna civînên parlemana Iraqê

Serokwezîrê Iraqê daxwaza destpêbûna civînên parlemana vî welatî kir.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Sûmiriyê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro pêncşemê li hevdîtina tev Hemam El-Hemûdî, cîgirê serokê parlemana netewî ya Iraqê bal kişande ser viya ku êdî nahêle destdirêjiya ser parleman, nûnerên parlemanê û karmendên dewletî bibe û got: Parleman palpişta dewletê ye û bêyî parlemanê nizama Iraqê hemû têk diçe.

Dewleta Iraqê piştî destdirêjiya ser parlemana vî welatî, komîteyek bona peydakirina sebebkarên vê rûdawê kifş kir.

Hemam Hemûdî, cîgirê serokê parlemana Iraqê jî li vê hevdîtinê destnîşan kir ku nêhrînekî hevpar di navbera berpirsên sereke yên Iraqê da heye û pêwîst e ku civînên parlemanê her çi zûtirkê bi rê kevin ta ku nûnerên meclisê bikaribin li bara dewleta nû û wezîrên pêşniyarî yên Ebadî biryarê bigrin.

Hemûdî ji hemî aliyên siyasî li nav Iraqê xwest ku berpirsyariya xwe bona dabînkirina ewlehî û serweriya Iraqê cih bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu