NûçeCîhanFilistînRojhilatanavin

Daxwaza Guterres a ji bo bidawîkirina dagirkeriya rejîma Îsraîlê

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî careke din daxwaza pêkanîna aştiyê li Filistînê û bidawîanîna dagîrkeriya Rejîma Îsraîlê li Şerîeya Rojava kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, “Antonio Guterres” îro li vekirina 31 emîn civîna serokên welatên erebî li Cezayêrê got: Bihêle ez ji berdewamiya êş û azarên li Filistînê dest pê bikim, helwêsta NY li vî warî zelal û eşkera ye, ev helwêst eva ye ku divê aştî (li herêmên dagîrkirî) pêş bikeve û dagirkerî bi dawî bibe.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li welatan kir ku ji ajansa Alîkarî û Karsaziyê ya ji bo  penaberên filistînî ya  UNRWA  wek bingeha îstiqrara navçê bikin, çûnku qeyrana darayî gefê li hebûna vê ajansê dike û eva bandorê li ser mafên penaberên filistînî dike.

“Ebdul Mecîd Tabûn” serokomarê Cezayîrê jî daxwaza pêkanîna komîteyeke pêwendî û hevahengiya erebî kir ji bo komkirina piştevaniyê ji bo radestkirina daxwaznameyê ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî re ji bo endamkirina tam a Filistînê di vê rêxistinê de.

Civîna lûtkeya welatên erebî êvara sêşemê bi amadebûna 16 serkirdeyên ereb û mêvanên biyanî dest pê kir.

Başa dön tuşu